Li demê em serbor û ezmûna helbestvan Qdir Qeçax* di şopînîn baş zelal û xuya dibe ku ewî rêbaz û şêwazekî (taybet) ji xwere destnîşankiri ye û li ser di hajo, nemaze ev taybetmendiya me jê gotî di warê ziman û awaz û hestê şierî û lêkdana
peyvên raman kûr û hinek kofî û cihgirtî di têkistê filoklorîda têne holê ,disan di piranya caran da serê wergirê xwe na êşîne di têgehiştina wê têkista wî afrandî .Zîrekiya Qeçaxî di azirandina pitir hestên mirovê wergir da xuya diba û avahiya helbestê li cem Qeçaxî girêdayi binyateki pir mukim û asê ye , ne ku binaxeki xav û guman lêkirî ye ,dîsan Șarezayeke mezin di tevlî hevkirina deng û reng û Șêweyên seliqê dinav wêneyên helbestiyane da di îne holê, carna jî diroka Qeçax a taybetmend û sînûrdayî dinav rêzkên helbestê da serhildide û carna jî mêjo ya hawdorî û giȘti bi kirasekî helbestiyane yi xweȘik û sipehî têne holê ,carana jî kuȘkuȘ û xiȘxiȘa teraȘan û bêdengiya Șevên sar û axînkên cîgarekêȘekî tûtin lê buye armanc, caranajî wêneyê aȘiqêkî jiyanê bazdayi û li hebûna xwe a nu digerî wekî sofigerekî dinav derya meyêda mest tê kaxê ,hindek caran jî demê mirov helbestên qeçax bi kûrî wer bigire dikare sê ,çar wêneyên helbestiyane yên tevlî hev û têkçoyî di yek qewareyî da meyze bike ,lê her yek serbixo ya xwe di parêze û di kujiyeki re di bêje ez a serekeme .
Sembolên serxweȘ û mest govende li diwana Qeçaxî diken û rengvedana xozaya kurdistanê diken bê yi mijdarî û bê perdeyên stûr û tari ,sembolan bi xurtî naxe dinav helpestên xweda belku rêxweȘdike dakû ew bi xozayi cih bigrin û alîkarbin ji bo bilind kirina astê helbestê û zêdekirina xwesye û lezetê ,anku sembol ne tenê ji bo sembolan tê bi kar anîn.
Têkistên dîwana Kel û Șikeft** li rawestgehên çolkirî ku li biyabanên hatine ava kirin û çu caran Șemendefir ne gehiȘti li wir ev têkist ne heval dost û rêvîngin , belku di rêkên qaçax re dinav kel û dar û ber û Șikeftên welatê rojê ra rê di Șeqînin daku xwe bi asoyekî agrî ku serdikêȘen agirê piroz yê Mitra û LaliȘê û li Șonda armanca xwe bi cih bîne ewjî hembêzkirina kurdistanê ye bi tev diroka xwe ,Qecax bi locîkeki tûj û aqilmendane riftarê di gel toreke mezin ji sembol û pêzanên û cih û war û Șinwar û têkçona kurdan dike ,xwendevan wisa hest dike ku Qeçax li dêwana mirovî amade ye,wergirê xwe hilawîsti nahêle,portirê wi dinav peyvan bi dizîve mirovî silav dike û dûratiya ziman û cihê dike daku peyvê (kurdistan) hambêz bike û piȘtire bi sed nîȘanên pirsan di havêje qadê û ne kêmtir ji wan dergehan di hêle nîv vekirî .
Ev dîwan amêza sebora hezaran salanên kurdistanê dike.
Șikeft û kel
Șikeft û kel û Șinwarîn
Zuyîr û gir û zinarin
Sulav û kaniyêt sarin
RewȘ gul û dar û barin
Li kurdistanê didiyarin
*Qdir Qeçax : helbestvaneki kurde li baȘûri kurdistanê li herêma duhokê li 1962 ji dayika xwere buye û heya niha 9 berhemên hozana weȘandine(bizav, berxwedan,çaweran,bizav û amanc,bizot,guldan,çiyavin,kani û rubar) û pertûkek binavê (Rewanbêji).
** Kel û Șikeft : dîwana helbestên Qeçax a dehê ye li duhokê li 2007 çab buye û 120 rupelan bi xweve digire


